Mesrûr Barzanî: Divê kes ji nav axa Herêma Kurdistanê êrişî ser cînaran neke
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310750-mesrûr_barzanî_divê_kes_ji_nav_axa_herêma_kurdistanê_êrişî_ser_cînaran_neke
Malpera fermî ya PDKê ragihand Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li hevdîtina serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan desnîşan kir ku Herêm derwazeya ticareta Iraqê û îstiqrara navçê ye û divê kes ji nav axa Herêma Kurdistanê êrişî ser cînaran neke .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2019 08:58 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî: Divê kes ji nav axa Herêma Kurdistanê êrişî ser cînaran neke

Malpera fermî ya PDKê ragihand Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li hevdîtina serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan desnîşan kir ku Herêm derwazeya ticareta Iraqê û îstiqrara navçê ye û divê kes ji nav axa Herêma Kurdistanê êrişî ser cînaran neke .

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh gihêşte  paytexta Tirkiyê Enqerê û bi  Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinê kir.

Li hevdîtina Erdogan û Mesrûr Barzanî rewşa siyasî û ewlehiya navçê, pêwendiyên Tirkiyê û Herêmê û rola Hewlêrê li warê parastina ewlehiya navçê gotûbêj bû.

Barzanî li vê hevdîtinê de got: Herêm derwazeya ticareta Iraqê û sebeba îstiqrar û ewlehiya  navçê ye û Hewlêr dixwaze pêwendiyên wê bi Tirkiyê re bi taybet li warê ticaret û aborî berfire bibe.

Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina bi wezîrê derve yê Tirkiyê Çawûşoglu re jî li press konferansa pê re kêfxweşiya xwe ji ber hebûna peywendiyên biTirkiyê re anî ziman û got;" Mixabin desthilata me li Şengalê nîn e, ew di bin kontrola desthilata hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye. Ji berê de, em li dijî hebûna PKK'ê ya li Şengalê û Herêmê ne. Em ligel wê nînin PKK li Şengalê û navçeyên din hebe." Lê, ev du sal in PKK'ê bi fermî ragihand ku ji Şengalê vekêşane.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di dewamê de got ku em nahêlin ku ji axa herêmê êrişî ser welatên cînar were kirin.

Barzanî herwiha anî ziman ku gotûbêjên baş bi Çavûşoglu re ser meselên siyasî û aborî û pêwîstiya îstiqrar û ewlehiyê ji navçê re hatin kirin û got: Ewlehî li ser xêra gişt aliyan li navçê ye.

Barzanî herwiha qedirzaniya Tirkiyê kir ji ber ku aware û penaber bi cih û war kirine, lê belê wî qet ser vê yekê ku êrişa vê dawiyê ya Tirkiyê û çeteyên wê  ser kurdên Sûriyê bûye sedema aware û bêpenabûna bûna zêde ji 300 hezar kurdan, neaivt.