Macron: Tirkiye nikare ji NATO’yê destekê bixwaze
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310745-macron_tirkiye_nikare_ji_nato’yê_destekê_bixwaze
Macron bertek nîşanî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got “Tirkiye nikare hem ji hêlekê ve li Sûriyê operasyonan li dar bixe, hem jî ji NATO’yê destekê bixwaze.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2019 07:11 Asia/Tehran
  • Macron: Tirkiye nikare ji NATO’yê destekê bixwaze

Macron bertek nîşanî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got “Tirkiye nikare hem ji hêlekê ve li Sûriyê operasyonan li dar bixe, hem jî ji NATO’yê destekê bixwaze.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Elysê bi sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re rûnişt. Piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar pêk hat û Macron tê de diyar kir ku gotina wî ya berê ya “Mirina mêjiyê NATO’yê pêk hat” divê wek “banga hişyariyê ya sûdewar” were dîtin. 

Macron destnîşan kir ku divê NATO bi Rûsyayê re sazkariyeke ewlehiyê ya nû çêke û pêşniyaza Rûsyayê ya di demeke kurt de têkildarî moşekên menzîlnavîn, Parîs dê qebûl neke.

Her wiha Macron bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û wiha got: “Tirkiye nikare hem ji hêlekê ve li Sûriyê ji xwe re operasyonan li dar bixe hem jî ji NATO’yê destekê bixwaze.”

Ev gotinên Macron, rayedarên tirk ji wan wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu hêrs kir û di bersivê de got: Dewleta Fransayê bûye mazûvanê terorîstan.