Wezîrê derve yê Tirkiyê: Macron piştgirê terorîsmê ye
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştgirê terorîsmê da zanîn.
Li gor Anadoluyê, Çavûşoglu duh di civîna parlemanterên Tirkiyê de bertek nîşanî gotinên serokomarê Fransayê Emmanuel Macron yên derbarê êrişa artêşa tirk ser bakura Sûriyê, da û got: Dewleta Fransayê bûye mazûvanê terorîstan.
Çavûşoglu got: Hin kesan dixwestin hikûmeta terorîstî li bakura Sûriyê pêk bînin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Elysee bi sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re rûnişt. Piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar pêk hat ku tê de Macron bertek nîşanî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got “Tirkiye nikare hem ji hêlekê ve li Sûriyê operasyonan li dar bixe, hem jî ji NATO’yê destekê bixwaze.”
Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku îdamkirin û komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" bû "Kaniya Xwînê".
Rêxistina Efûya Navneteweyî jî piştî dîtina sûcên şêr yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li bakura Sûriyê, ragihand ku Tirkiye û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne.