Çawûşoxlû: Êrîşa me ser bakurê Sûriyê li dijî Kurdan nîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310732-Çawûşoxlû_Êrîşa_me_ser_bakurê_sûriyê_li_dijî_kurdan_nîne
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê civîneke rojnamevaniyê li li Enqerê li dar xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 28, 2019 13:22 Asia/Tehran
  • Çawûşoxlû: Êrîşa me ser bakurê Sûriyê li dijî Kurdan nîne

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê civîneke rojnamevaniyê li li Enqerê li dar xistin.

Li gorî rapora malpera Xendanê, Mewlûd Çawûşoxlûyê Wezîrê karên derve yê Tirkiyê di civîna rojnamevaniyê da ragihand: "Me çend babetên ciddî digel Barzanî behs kir û divê em pêwendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê berfireh bikin."

Wî her wiha got: "Me di civîna xwe da behsa hevahengî û mijara aborî û bazirganî navbera Tirkiye û Iraqê kir û me astengiyê di warê derbasgehên sînorî da hilkolandin."

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê îdia kir: "Operasiyona me li bakurê Sûriyê li dijî Kurdan nîne, belkî li dijî PKK û YPG ye". Wî her wiha domand ku "Beşeka zêde ya Kurdan ji aliyê PKK û YPG va neçar bûne ber bi Tirkiyê va koç bikin."

Hevdem Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê jî got: "Pêwendiyên me digel Tirkiyê pirr girîng in û em li dijî hebûna PKK'ê li Şengalê û navçeyê ne. Ez kêfxweş im ku Tirkiyê bi hevkariya NY jibo vegriyana dilxwazî ya awareyan bo war û welatê xwe dixebite."

Barzanî her wiha aşkira kir ku "Pêwendiyên me digel Tirkiyê ji hêla dîrokî û stratejîk va girîng in. Me di gotûbêjên xwe da behsa alûgorên navçeyê kir û em hemhelwêst in ku aştî û istiqrar li ser xêra xelkê navçeyê ye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê her wiha got ku "Me li civînê li ser wê yekê pêgirî kir ku divê em pêwendiyên xwe berfireh bikin û barziganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê xurt bikin."

Hêjayî gotinê ye ku piraniya xelkê Herêma Kurdistanê ji ber êrişa Tirkiyê ser bakura Sûriyê û kuştina xelkê kurd li vê deverê malên Tirkiyê nakirin û rewşenbîrên kurd jî dixwazin ev hewla gelê kurd li Herêmê berfire bibe.