Du eskerên Tirkiyê nêzîkî sînorê Sûriyê hatin kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê raghand: Du eskerên vî welatî nêzîkî sînorê Sûriyê hatin kuştin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRIB News`ê, li gor raghandina Wezareta Berevaniya Tirkiyê eskerên hanê di encama êrişa bi hawanê de li nêzîkî meqera eskerî ya vî welatî nêzîkî sînorê Sûriyê hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" bû "Kaniya Xwînê".
Rêxistina Efûya Navneteweyî jî li ser sûcên şêr yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ragihandibû ku Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne.
Vê dawiyê piştî hevhatina navbera Moskowa û Enqerê bi awayê demkî şer hate rawestandin, lê belê kurdên Sûriyê dibêjin ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li ser agirbesê nasekinin û bi caran ev agirbesa binpê kirine.