Erdogan milyonek endamên AKP ji dest da
Tesrîn 28, 2019 11:53 Asia/Tehran
Li gorî çend belgeyan di heyama salekê nêzîkî milyonek endamên AKP'ê ji vê partiyê vediqetin.
Li gorî rapora malpera Sibeyê ji zarê rojnameya Zamanê ya Tirkiyê, tenê di heyama du mehên bihurî da 60 hezar endamên AKPê ji vê partiyê cuda bûne. Li gorî rapora nûnertiya giştî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê, di 6ê Îlona îsal da hejmara endamên AKP 57 hezar û 856 kes kêm bûne û di meha Tebaxa 2018an da zêde ji 900 hezar endamên AKPê ji vê partiyê veqetiyane.