Mesrûr Barzanî gihêşte Enqerê
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanîî gihêşte Enqerê paytexta Tirkiyê û biryar e bi wezîrê derve yê Tirkiyê û paşê jî bi serokomarê vî welatî re bicive û gotûbêjê bike.
Li gor çavkaniya encumena wezîrên Herêma Kurdistanê Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî li paytexta Tirkiyê Enqerêwê bi wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu û bi serokomarê vî welatî Receb Teyib Erdogan re ser pêwendiyên du alî biaxive.
Mesrûr Barzanî wê di saet 13.30'an de li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyêhevdîtinê bike û dê saet 17.00'n jî bi Serokkomarê Tirkiyê re hevdîtinê bike.
Qahêmkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hedefa vê seferê û gotûbêjên bi Ertdogan re hatiye diyarkirin.
Ev serdana Mesrûr Barzanî di demekê ye ku li bakura Sûriyê û Herêma kurdistanê êrişên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî deverên kurdnişîn berdewam dikin.