Mesrûr Barzanî îro diçe Tirkiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî îro diçe Tirkiyê û wê li gel Erdogan hevdîtinê bike.
Li gor medya PDK'ê yên wekî Rudawê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê îro biçe Tirkiyê.
Mesrûr Barzanî wê di saet 13.30'an de li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hevdîtinê bike û dê saet 17.00'n jî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinê bike.
Têkildarî mijarên di hevdîtinan de werin axaftin ti agahî nehatine dayîn.
Malpera fermî ya serokomariya Tirkiyê diyar kiriye ku Mesrûr Barzanî li Enqerê ji aliyê Erdogan tê pêşewazîkirin.
Qahêmkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hedefa vê seferê û gotûbêjên bi Ertdogan re hatiye diyarkirin.
Ev serdana Mesrûr Barzanî di demekê ye ku li bakura Sûriyê û Herêma kurdistanê êrişên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî deverên kurdnişîn berdewam dikin. .