Rêxistina Mafê Mirovan: Tirkiyê devereke nearam li bakura Sûriyê çêkiriye
Rêxistina Mafê Mirovan a Navneteweyî ragihand ku li ew navça ku Tirkiyê li bakura Sûriyê bi navê Navça Aram ava kiriye, tawanên cengê û îdamkirin girtin û dizîn berdewam dike.
Rêxistina Mafê Mirovan diyar kir ku li navça qaşo Aram a ku Tirkiyê li bakura Sûriyê pêk aniye artêşa dewleta Tirkiyê û terorîstên pê re li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer pêk anîne û gelek kes ji xelkê navçê girtine û şikence kirine û heta gelek kes jî îdam kirine û artêşa Tirkiyê û çeteyên wê malên xelkê bi eşkera didizin.
Vê rêxistinê duh raporek li ser rewşa bakura Sûriyê ya dagîrbûyî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê belav kir û diyar kir ku ev navçana aram û ewleh nînin û diyardeye kuştin û desteserkirin û dizna mal û heyiya xelkê navçê bûye karekî her rojî û berdewam , eva di rewşekê de ye ku Tirkiyê bi navê vegerandina aramî û ewlehî û aştiyê êrişî ser vê navçê kir û heta navê "Kaniya Aştiyê" li desdirêjiya xwe ser bakura sûriyê kir.
Birêvebera para Rojhilata Navîn a Rêxistina Mafê Mirovan Sare Lia Wîtson ragihand: Kuştin, talankirina mal û milkên xelkê û girtina rê li ber vegerîna xelkê navçê bo ser mal û warên xwe bûye karê her rojî û kes nikare înkar bike ku bakura Sûriyê navça Aram nîne. Tirkiye dibêje ew êrişa ku li bakura Sûriyê kir ji bo pêkanîna navça Aram e lê belê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gelek kiryarên li dijî mirovahiyê li navça bakura Sûriyê cih anîne ku dikevin nav tawanên şêr, Rêxistina Mafê Mirovan ji Tirkiyê û çekdarên ser bi wê xwestiye ku bihêle lêkolînên azad derheq tawanên artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê li bakura Sûriyê werin kirin .