Dijberiya Tirkiyê û NATO`yê ji ber pirsgirêka wan a derbarê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310697-dijberiya_tirkiyê_û_nato_yê_ji_ber_pirsgirêka_wan_a_derbarê_sûriyê
Çar çavkaniyên pilebilind li NATO`yê raghandin ku Tirkiye piştgiriya plana berevaniyê ya vê peymanê bo welatên derdora deryaya Baltîkê û Polonyayê nake û ev kara meşrût kiriye bi piştgiriya siyasî ya berfireh a NATO`yê ji êrîşa xwe li dijî Yekînên Parastina Gel (YPG) li bakurê Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2019 13:33 Asia/Tehran
  •  Dijberiya Tirkiyê û NATO`yê ji ber pirsgirêka wan a derbarê Sûriyê

Çar çavkaniyên pilebilind li NATO`yê raghandin ku Tirkiye piştgiriya plana berevaniyê ya vê peymanê bo welatên derdora deryaya Baltîkê û Polonyayê nake û ev kara meşrût kiriye bi piştgiriya siyasî ya berfireh a NATO`yê ji êrîşa xwe li dijî Yekînên Parastina Gel (YPG) li bakurê Sûriyê.

 Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê Reuters`a erebî, çar çavkaniyên hanê diyar kirin: Tirkiyê ferman daye şandiyê xwe li NATO`yê piştgiriyê nede vê peymanê û li civîn û gotûbêjên taybet helwesteke tund bigire ber xwe û ji endamên vê peymanê bixweze ku hêzên  YPG'ê li daxûyaniyên fermî bêxe nav lîsteya terorîstan. 

  Derketina vê pirsgirêkê heftiyekê beriya lidarxistina  civîna rayedarên  NATO'yê li bajarê Londonê bi muansibeta  72 mîn salvegera damezrandina wê, nîşana pirsgirêkên navbera Enqere û Waşengtonê li bara êrişa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê ye. 

 Çavkaniyeke din bal kişand ser vê yekê ku  NATO piştî şik û gumanên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li bara vê peymanê û vê gotina Êmanuel Mekron, serokkomarê Firansayê ku NATO  rastî mirina mejiyê hatiye, hewl dide ku yekitiya xwe biselimîne, got: "Li vê rewşê, kiryara Tirkiyê, neqanûnî ye."

 Biryar e Mekron li kêleka civîna  rayedaran bona hilkolandina  operasyona  Enqerê li Sûriyê tev Receb Teyib Erdogan, hevtayê xwe yê tirk, Engêla Mêrkêl, serokwezîra Almanyayê û Borîs Canson, serokwezîrê Inglîzê hevdîtinê pêk bîne. 

 Yek ji çavkaniyên dîplomat ragihand: Hemî endamên NATO`yê rexnegirê Tirkiyê ne lê ger teslîmî vê xwesteka Enqerê bibin, ev kiryara  dijî stratejiya wan a mudaxilenekirina  li Sûriyê ye.