Fermana girtina 168 kesî li Tirkîyê hat dayînê
Tesrîn 26, 2019 12:51 Asia/Tehran
Di dewama gitinên berfire li Tirkîyê da, Enqerê fermana girtina 168 kesan bi gumana têkilîya digel derbeya serneketî ya sala 2016`an da.
Rayedarên Tirkîyê îro fermana girtina 168 kesî ji wan personelên leşkerî yên wî welatî bi gumana têkilîya tev koma ku Enqere ser wê bawerê ye derbeya serneketî ya sala 2016`an organîze kirîye, da.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, ji dema derbeya sernekrtî ya sala 2016`an li Tirkîyê ku di encamê de nêzî 250 kes hatin kuştinê ve, Enqere hogirên Fetullah Gulen dijberê Serkomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan tepeser dike û ser wê bawerê ye ku Gulen di piştperdeya wê derbeyê de bûye.
Bi dû wê derbeyê hikûmeta AKP`ê zêde ji 70 hezar kes girtine û nêzî 170 hezar kes jî ji karên dewletê derxistine.