Tirkiyê Hezar çete ji Îdlib û derdora Şamê birin Girê Sipî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310643-tirkiyê_hezar_çete_ji_Îdlib_û_derdora_Şamê_birin_girê_sipî
Artêşa Tirkiyê zêde ji hezar kesên sivîl û çeteyên çekdar yên bin fermana xwe ji Îdlib û derdora Şamê birin Girê Sipî û li wir bi cih kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2019 06:31 Asia/Tehran
  • Tirkiyê Hezar çete ji Îdlib û derdora Şamê birin Girê Sipî

Artêşa Tirkiyê zêde ji hezar kesên sivîl û çeteyên çekdar yên bin fermana xwe ji Îdlib û derdora Şamê birin Girê Sipî û li wir bi cih kirin.

Li gor Kurdpressê, Dewleta Tirkiyê di çarçova guhertina demografiya etnîkî li deverên kurdî yên bakura Sûriyê zêde ji hezar kesên sivîl û çeteyên çekdar yên bin fermana xwe ji Îdlib û derdora Şamê birin Girê Sipî û li wir bi cih kirin.

Ajansa nûçeyan ya KRDnewsê nivîsiye: Ji bilî birina van kesan bo Girê Sipî, dewleta dagîrker a Tirkiyê ji devera Cerablusê jî bi awayekî sîstematîk malbatên nekurd dibe Girê Sipî û li mal û warên kurdan bi cih dike, ev kar û kiryarên ku Tirkiyê dike li ber çavên Rûsyayê cih tê.

Di vê navberê de Rejîma Tirkiyê guhertina demografiya deverên kurd li Sûriyê înkar dike .