Dewama girtinên piştî darbeyê li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310533-dewama_girtinên_piştî_darbeyê_li_tirkiyê
Girtinên piştî darbeyê li Tirkiyê hema wisa didome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2019 12:38 Asia/Tehran
  • Dewama girtinên piştî darbeyê li Tirkiyê

Girtinên piştî darbeyê li Tirkiyê hema wisa didome.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Dozgeriya bajarê Enqere û Bûrsayê qala girtina  138 kes ji kadroyên derxistî yên Hêza bejahiyê ya artêşa Tirkiyê têkildarî dosyeya darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha 2016an li vî welatî kirin.

Li gorî nûçeyeka din, Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îro di çend operasiyonan da li 23 parêzgehên vî welatî, 52 kes bi tawana hevkariya digel Gûlen girtin.

Dewleta Tirkiyê di serdema Piştî-darbeyê da bi hezaran kes ji kar avêtine der, girtine an avêtine zîndanê.