Amerîka jibo devberdana Enqerê ji S-400'ê zextê tîne ser Enqerê
Amerîkayê careka din ragihand ku Tirkiye tenê bi devberdana ji Pergala Berevaniya mûşekî ya S-400'a Rûsiyê dikare kêşeya digel Waşîngtonê çareser bike.
Li gorî rapora Reutersê ji Waşîngtonê, Rayedarekî pileberz ê Wezareta karên derve ya Amerîkayê ku nexwest navê wî were birin, roja Pêncşemiyê got: Pergala Berevaniya mûşekî ya S-400'a Rûsiyê gefek dijî şiyanên berevaniyê yên NATOyê ye.
Enqere û Waşîngton demeka dirêj e ku li ser kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S-400'a Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê va nakok in.
Waşîngton dibêje ku ev pergala rûsî li gorî bingehên berevaniyê yên NATOyê saz nîne û gefek dijî cêtên Radar-rev ên F35ê tê hisab.
Amerîkayê pêştir Tirkiye ji pêvajoya F35ê wêda danî da ku vî welatî ji ber kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S-400'a Rûsiyê ceza bike.
Waşîngtonê her wiha derbarê hitmala sepandina boykotan dijî Enqerê li ser vê girêbestê hişyarî daye.
Enqerê Tîrmeha 2019an wergitina Pergala Berevaniya mûşekî ya S-400'a Rûsiyê dest pê kir, lê ev pergal hîn neketiye qada operasiyonê.