Teqezkirina serokkomarê Tirkiyê ser devbernedana ji sîstema S-400
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310433-teqezkirina_serokkomarê_tirkiyê_ser_devbernedana_ji_sîstema_s_400
Serokkomarê Tirkiyê teqez kir ku Tirkiye dê dev ji sîstema mûşekî ya S-400 a berhema Rûsiyê bernede.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Tesrîn 19, 2019 12:23 Asia/Tehran
  • Teqezkirina serokkomarê Tirkiyê ser devbernedana ji sîstema S-400

Serokkomarê Tirkiyê teqez kir ku Tirkiye dê dev ji sîstema mûşekî ya S-400 a berhema Rûsiyê bernede.

 Li gorî rapora Reuters`ê, Receb Teyib Erdogan, roja Sêşemiyê li axiftina xwe li Enqerê got ku di Hevdîtina xwe ya tev Donald Trump hevtayê xwe yê emerîkî teqez kir ku ewê tu wextî tam û tekûz dev ji sîstema berevaniya hewayî ya S-400 bernedin û  sîstema Patriotê daneynin dewsa wê.

 Receb Teyib Erdogan, Çarşemiya buhurî, 15ê Mijdarê li sefereke du rojî bo Emerîkayê bi hevtayê xwe yê emerîkî re hevdîtin kiribû. 

 Waşengtonê bi caran Gef li Enqere xwaribû ku ger sîstemên berevaniya hewayî ya S-400 ji Rûsiyê bikire dê wê boykot bike.

Tirkiyê heta niha beşkeke berbiçav a kelûmelên sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsiyê wergirtiye.