Li Almanê xelata Wêrekatîya Sîyasî pêşkêşî Selahedîn Demirtaş kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310372-li_almanê_xelata_wêrekatîya_sîyasî_pêşkêşî_selahedîn_demirtaş_kirin
Navenda Hevpeymanîya Pêşketinxwazê (Progressive Alliance) ku dezgeheke navnetewî ye û avahîya sereke ya wê li Almanê ye, xelata Wêrekatîya Sîyasî ya sala 2019`ê pêşkêşî Hevserokê berê yê HDP Selahedîn Demirtaş kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2019 12:35 Asia/Tehran
  • Li Almanê xelata Wêrekatîya Sîyasî pêşkêşî Selahedîn Demirtaş kirin

Navenda Hevpeymanîya Pêşketinxwazê (Progressive Alliance) ku dezgeheke navnetewî ye û avahîya sereke ya wê li Almanê ye, xelata Wêrekatîya Sîyasî ya sala 2019`ê pêşkêşî Hevserokê berê yê HDP Selahedîn Demirtaş kir.

Hevsera Hevserokê berê yê HDP Başak Demirtaşê ew xelata wergirt û Demirtaş di peyamekê de ku hevsera wî xwend, nivîsîbû ku ``tevî hemî givaş û zexta liser me, em bi hemî hêza xwe sekinîna himberî sitemkarîyê bêyî destberdana ji pirensîb û nirxên ku me bawerî bi wan heye, didomînin û em wê hêz û şîyanê ji gelê xwe werdigirin.``

Demirtaş herwiha gotîye: ``Ez xelata Wêrekatîya Sîyasî pêşkêşî hemî gelên Tirkîyê û di serî de gelê Kurd û gelên têkoşer ên Tirkîyê dikim, ez wê xelatê pêşkêşî hemû jinên hevrêyê xwe yên girtî di zîndanên Tirkîyê û hemû zîndanên din de dikim.``

Hevpeymanîya Pêşketinxwaz a Cîhanî di sala 2013`ê de bi pişkdarîya 140 partîyên sîyasî li asta cîhanê hat damezirandin û ji Tirkîyê jî CHP û HDP endamê wê dezgehê ne.

 Hevpeymanîya Pêşketinxwaz a Cîhanî jibo cihanîna bingehên dêmokirasî, beranberîya nijadî, dadperwerî, mafên mirovan, aştî û sekinîna himberî guherîna rewşa av û hewayê têdikoşe.