4 şaredariyên din ên HDP'ê hatin desteserkirin
Tirkiyê destdanî ser Şaredariyên HDP'ê yên Stewr, Dêrik, Pirsus û Şemrexê.
Li ser daxwaza Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê, qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Stewr, Dêrik Pirsûs û Şemrexê hatin kirin. Qeymeqamên navçeyan wek qeyûm hatin wezîfedarkirin.
Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Pirsûsê Xadîce Çevîk û Hevşaredar Dêrikê Mulkiye Esmez pêr hatibûn binçavkirin û duh şemiyê bi tayînkirina qeyûm re ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Hejmara şaredariyên HDP’ê yên qeyûm hatine tayînkirin derket 24’an.
Hevşaredar li Miduriyeta Polîsan ên Mêrdîn û Rihayê hêj di binçavan de tên ragirtin.
Dewleta Tirkiyê HDP ku piraniya şaredriyên deverên kurdî bi piraniya dengan bidest xistibûn, tawanbar dike ku pêwensiya wê bi PKKê re heye eva di rewşekê de ye ku HDP vê tumetê bi eşkera red dike û vê hewla dewletê li dijî xwe wek Darbeya Siyasî li dijî kurdên Tirkiyê dizane.