Ebdî: Erdogan Bisaya DAIŞiyan ji cîhanê bacê distîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310356-ebdî_erdogan_bisaya_daiŞiyan_ji_cîhanê_bacê_distîne
Fermandarê Giştî yê HSD‘ê diyar kir ku serokomarê Tirkiyê cîhanê bi çend girtiyên DAIŞ'ê şantaj dike û bacê jê distîne û got: “Li cem me belge hene ku eşkere dike Tirkiyê çeteyên DAIŞ`ê di êrişên li dijî bakurê Sûriyê de bi kar tîne."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2019 04:55 Asia/Tehran
  • Ebdî: Erdogan Bisaya DAIŞiyan ji cîhanê bacê distîne

Fermandarê Giştî yê HSD‘ê diyar kir ku serokomarê Tirkiyê cîhanê bi çend girtiyên DAIŞ'ê şantaj dike û bacê jê distîne û got: “Li cem me belge hene ku eşkere dike Tirkiyê çeteyên DAIŞ`ê di êrişên li dijî bakurê Sûriyê de bi kar tîne."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)'ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Serokê Tirkiiyê cîhanê bi çend girtiyên terorîst ên DAIŞ`ê şantaj dike. Li cem me belge hene eşkere dikin ku Tirkiye gelek terorîstên DAIŞ`ê di êrîşên li dijî bakurê Sûriyê de bi kar tîne."

Ebdî wiha domand: "Ji bo rawestandina şantaja Tirkiyê ji cîhanê re, têkbirina planên wê, derxistina rûyê wê yê rastî û avakirina edaletê divê dadgeha navneteweyî li bakurê Sûriyê li cihê DAIŞ'ê sûcên herî giran pêk anîne bê avakirin.”

Hêjayê gotinê ye Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidan ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, dibêjin "Kaniya Aştiyê" ya Tirkiyê bûye "Kaniya Xwînê".