Bêkarî li Tirkîyê zêde bûye
Tesrîn 16, 2019 15:10 Asia/Tehran
Navenda Amaran a Tirkîyê ragihand ku bêkarî li wî welatî zêde bûye.
Navenda Amaran a Tirkîyê ragihand ku bêkarî li wî welatî di meha Cotkehê de anegorî vê mehê ya sala buhurî sedî 2.9 zêde bûye.
Di rapora Navenda Amaran a Tirkîyê de hatîye ku asta bêkarîyê giheştîye sedî 14`ê û bi vî awayî nika 4 milyon û 650 hezar kes li Tirkîyê bêkar in.
Pispor ser vê bawerê ne ku nekarabûna dewleta Tirkîyê di sîyasetên nav û derve da ji hokarên sereke yên zêdebûna bêkarî û zamê li wî welatî ye.