Li ser 4 şaredariyên din ên deverên Kurdnişîn ên Tirkîyê qeyûm hatin danîn
Li ser şaredariyên navçeyên Şemrex, Stewr û Dêrikê ser bi parêzgeha Mêrdînê û herwiha şaredariya Pirsûsê ya ser bi Rihayê ve qeyûm hatin danîn.
Danîna qeyûman li ser şaredariyên di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam e.
Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku bi pesendkirina Wezareta Navxwe ya wî welatî, li ser şaredariyên navçeyên Şemrex, Stewr û Dêrikê qeymeqamên wan navçeyan weke qeyûm hatine danîn.
Parêzgariya Rihayê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku li ser şaredariya navçeya Pirsûsê qeymeqamê wê navçeyê weke qeyûm hatiye danîn.
Şaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Şaredara Stewrê Gulistan Oncu, Şaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û herwiha Şaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk duh ji aliyê hêzên Tirkiyê ve bi tohmeta ‘endamtî û alîkariya rêxistina’ terorê hatibûn desteserkirin.
Hejmara şaredariyên di destê HDPê de ku qeyûm li ser hatine danîn gihişt 24an.
Ji hêla din ve, ligorî daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê hemû cûre çalakî hatine qedexekirin.
Di wê daxûyanîyê de hatiye destnîşankirin ku ew qedexeya îro (16.11.2019) dest pê dike û 30 rojan wê berdewam bike. Hatiye diyarkirin ku di vê heyamê de dê rê tenê bi çalakiyên parêzgariyê bê dayîn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku egera wê heye li sînorên wî bajarî çalakî, civîn û xwepêşandan bên encamdan û herwiha hatiye gotin, bi “mebesta parastina can û malê welatiyan” ev biryar hatiye dayîn.