Hewildana Tirkiyê jibo vegerandina têrorîstên australyayî
Çavkaniyên nûçeyan qala zêdebûna hewldanên dewleta Tirkiyê jibo vegerandina têrorîstên australyayî yên endamê DAIŞê bo welatê xwe dikin.
Li gorî rapora IRNAyê, Medyayên asyay roja Şemiyê ragihandin ku dewleta Tirkiyê ji dewleta Australyayê xwestiye ku ta vegeriyana têrorîstên DAIŞî yên xwedan mafê welatîbûna australyayî ji Sûriyê bo wî welatî erê bike.
Li gorî vê raporê, dewleta Australyayê hîn ev daxwaza Tirkiyê qebûl nekiriye.
Niha heşt endamêîn australyayî yên DAIŞê li girtîgehên Tirkiyê ne û zêde ji 60 jin û zarokên australyayî jî li kampa El Holê li bakurê Sûriyê tên ragirtin.
Di vî warî da Wezareta karên hundir a Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku şeş welatiyên almanî û welatiyekî Englîsî yên Koma têrorîst a DAIŞê bo welatê xwe hatine vegerandin.
Tirkiyê çend rojan beriya niha gef xwaribû ku heke welatên rojavayî sozên xwe yên aborî bo Enqerê cih neynin, bi hezaran zindaniyên DAIŞê dê vegerîne welatê wan, heta heke ji mafê welatîbûna xwe hatibin bêparkirin.