Erdogan: Em ji bo Patiryotê destberdarê S400 nabîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310316-erdogan_em_ji_bo_patiryotê_destberdarê_s400_nabîn
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dibêje : Ew dest ji kirîna sîstemên S-400 bernadin û eger Amerîka bixwaze Tirkiye dikarin Patrîotan jî bikire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2019 13:34 Asia/Tehran
  • Erdogan: Em ji bo Patiryotê destberdarê S400 nabîn

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dibêje : Ew dest ji kirîna sîstemên S-400 bernadin û eger Amerîka bixwaze Tirkiye dikarin Patrîotan jî bikire.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan di vegera serdana Amerîkayê de bo rojanamevanan axivî û got, ew dixwazin di civîna 3'ê Kanûnê de mijara herêma ewle ya li bakurê Sûriyê zelal bikin û eger helwesteke erênî hebe, dikarin dest bi avakirina korîdora aştiyê bikin.

Wî herwiha da zanîn ku ew nikarin dest ji kirîna sîstemên S-400 berdin, ji ber ku parastina asîmanî ji bo wan pir girîng e û eger Amerîka bixwaze dikarin Patrîotan jî bikirin.

Erdogan got, li herêma ewle dixawzin penaberên Sûrî yên Tirkiye bicîh bikin û tu niyaza wan nîne yên Îdlibê veguhezînin wê derê.