HDP ji Komîsyona Mafên Mirovan a parlemanê vekişiya
Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku sê endamên wê li Komîsyona Mafên Mirovan a li parlemana Tirkiyê hene aşkere kir ku ew ji komîsyonê vekişayane.
Parlementerên HDPê Ebru Gunay, Omer Faruq Gergerlîoglu û Meral Daniş Beştaş duh pêncşemê di konferanseke rojnamevaniyê li parlemana Tirkiyê aşkere kirin, di kombûna îro ya Komîsyona Mafên Mirovan li parlemanê, sivikatî li wan hatiye kirin û ji ber wê yekê jî ew ji wê komîsyonê vekişiyane.
Parlamenterên HDPê daxwaza azadkirina Serokê Rêxistina Ciwanan ê HDPê kirin ku nêzikî 10 roj e desteserkirî ye û parêzeran jî selmandine ku di girtîgehê de azar û îşkence li wî hatiye kirin, lêbelê parlamenterê MHPê Metîn Nurullah Sazak, zimanekî kirêt û bê edebî bikar anîbû.
Herwiha parlamenterên HDPê di konferansa rojnamevaniyê de tekezî li ser wê yekê kirin heta ku ew parlamenterê MHPê bi fermî daxwaza lêborînê neke, bi ti şêweyekê venagerin û kar û barên komîsyonê jî boykot dikin.