HDP ji Komîsyona Mafên Mirovan a parlemanê vekişiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310310-hdp_ji_komîsyona_mafên_mirovan_a_parlemanê_vekişiya
Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku sê endamên wê li Komîsyona Mafên Mirovan a li parlemana Tirkiyê hene aşkere kir ku ew ji komîsyonê vekişayane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2019 11:41 Asia/Tehran
  • HDP ji Komîsyona Mafên Mirovan a parlemanê vekişiya

Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku sê endamên wê li Komîsyona Mafên Mirovan a li parlemana Tirkiyê hene aşkere kir ku ew ji komîsyonê vekişayane.

Parlementerên HDPê Ebru Gunay, Omer Faruq Gergerlîoglu û Meral Daniş Beştaş duh pêncşemê di konferanseke rojnamevaniyê li  parlemana Tirkiyê aşkere kirin, di kombûna îro ya Komîsyona Mafên Mirovan li  parlemanê, sivikatî li wan hatiye kirin û ji ber wê yekê jî ew ji wê komîsyonê vekişiyane.

Parlamenterên HDPê daxwaza azadkirina Serokê Rêxistina Ciwanan ê HDPê kirin ku nêzikî 10 roj e desteserkirî ye û parêzeran jî selmandine ku di girtîgehê de azar û îşkence li wî hatiye kirin, lêbelê parlamenterê MHPê Metîn Nurullah Sazak, zimanekî kirêt û bê edebî bikar anîbû.

Herwiha parlamenterên HDPê di konferansa rojnamevaniyê de tekezî li ser wê yekê kirin heta ku ew parlamenterê MHPê bi fermî daxwaza lêborînê neke, bi ti şêweyekê venagerin û kar û barên komîsyonê jî boykot dikin.