Serokên 4 şaredariyên HDPê hatin desteserkirin
Li herdu parêzgehên Mêrdîn û Rihayê yên herêmên kurdî li Tirkiyê, serokên şaredariyên 4 navçeyên ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ku di derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin, hatin desteserkirin.
Hevserokên şaredariyên her sê navçeyên Stewr, Dêrik û Şemrex ên ser bi parêzgeha Mêrdînê ve û herwiha hevseroka şaredariya Pirsûsê li parêzgeha Rihayê ku di destê HDPê de ne, îro ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatine desteserkirin.
Tevî desteserkirina Hevşaredarên Stewrê Gulistan Oncu, Şemrexê Nalan Ozaydin, Pirsûsê Xedîce ÇevÎk û Dêrikê Mulkiye Esmez, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 10 kesên din jî desteser kirine.
Desteserkirina wan serokên şaredariyên HDPê piştî wê yekê de hat ku di derbarê wan de ji aliyê dozgeriya komarî ve lêpirsîn hatibû destpêkirin.HDPê ev hewlên dewletê li dijî şaredariyên deverên kurdnişîn ku bi dengê xelkê hatine bijartin, operasyonên qirkirina siyasî li dijî Kurdan dide zanîn.
Hevşaredarên hanê birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê. Polîsên Tirkiyê her wiha avahiyên şaredariyan dorpêç kirin.
Her wiha xebatkarên şaredariya Dêrikê Muslîme Ozbahçecî, Hediye Guneş, Bûrhan Temel û Feyzûllah Erol jî hatin binçavkirin.