Li Dêrsimê qedexe hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310276-li_dêrsimê_qedexe_hat_ragihandin
Li Dêrsimê hemû cûre çalakî bo mideha 15 rojan hatin qedexekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2019 08:56 Asia/Tehran
  • Li Dêrsimê qedexe hat ragihandin

Li Dêrsimê hemû cûre çalakî bo mideha 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya walîtiya Dêrsimê li wî bajarê kurdnişîn hemû cûre çalakî hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye îdia kirin ku egera wê heye li sînorên wî bajarî çalakî, civîn û xwepêşandan bên encamdan û herwiha hatiye gotin, bi “mebesta parastina can û malê welatiyan” ev biryar hatiye girtin.

Herwiha mideha qedexeya li ser wî bajarî jî 15 roj hatiye diyarkirin ku çarşemê 13.11.2019 dest pê dike û 27ê vê mehê jî bi dawî dibe. Hatiye diyarkirin ku di vê heyamê de dê rê tenê bi çalakiyên qeymeqamtî û parêzgariyê bê dayîn.

Ev biryara qedexeyê di demekê de ye ku duh jibilî hejmareke şaredariyên din qeyûm li ser şaredariya bajarokê Perî yê girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê hatibû danîn.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de amaje bi vê mijara danîna qeyûm jî hatiye kirin û biryara qedexê, ji bo “parastina aramî û ewlehiyê” weke bergirêyek hatiye binavkirin.

Li bajarên kurdan ên Tirkiyê ev heyameke dirêj e jibilî qedexeyên derketina derve, qedexeyên encamdana xwepêşandan, civîn, vekirina stand û konan, konferansên rojnamevaniyê û hemû cûre çalakiyên din bi hincetên cuda tên ragihandin ku rewşa van navçan ji ya salên ku di navçên hanê rewşa awarte hatibûn ragihandin jî dijwartir bûye..