Sirri Sakik: Divê HDP ji hemû şaredariyan vekişe
Parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sakik, ragihand ku pêwîst e HDP ji hemû şaredariyên din ên di dest de ne vekişe.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Sirri Sakik, li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyaniyek belav kir û bertek nîşanî biryarên danîna qeyûman li ser şaredariyên bajar û bajarokên herêmên kurdî yên Tirkiyê da.
Sirri Sakik diyar kir, “Di demekê ku danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê asayî bûye de ti hêviya min ji wan alî û şexsên ku ji xwe re dibêjin demokrat nîne” .Wî herwiha got: “Lêbelê hêviya min ji HDPê ew e ku ji vê bêçarebûna xwecihî xilas bibe.”
Di dewama twîta xwe de Sakik herwiha got ku fikra wî ya şexsî ew e ku HDP ji wan şaredariyên din bi awayekî hevdem vekişe.
Li ser fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê duh qeyûm bo şaredariyên HDPê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya Hezexê ya Şirnexê û bajarokê Perî yê girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê hatin danîn.
Li Herêmên Kurdan ên Tirkiyê piştî hilbjartinên 31ê Adarê û heta niha hejmara şaredariyên ku qeyûm li ser hatine danîn gihiştiye 20şaredariyan ku ji wan 3 şaredariyên bajarên mezin in.
HDPê di hilbijartinên 31ê Adarê de şaredariyên 3 bajarên mezin, 8 bajarên din, 50 navçe û 11 bajarokan wergitibûn.