Sirri Sakik: Divê HDP ji hemû şaredariyan vekişe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310275-sirri_sakik_divê_hdp_ji_hemû_şaredariyan_vekişe
Parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sakik, ragihand ku pêwîst e HDP ji hemû şaredariyên din ên di dest de ne vekişe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2019 08:50 Asia/Tehran
  • Sirri Sakik: Divê HDP ji hemû şaredariyan vekişe

Parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sakik, ragihand ku pêwîst e HDP ji hemû şaredariyên din ên di dest de ne vekişe.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Sirri Sakik, li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyaniyek belav kir û bertek nîşanî biryarên danîna qeyûman li ser şaredariyên bajar û bajarokên herêmên kurdî yên Tirkiyê da.

Sirri Sakik diyar kir, “Di demekê ku danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê asayî bûye de ti hêviya min ji wan alî û şexsên ku ji xwe re dibêjin demokrat nîne” .Wî herwiha got: “Lêbelê hêviya min ji HDPê ew e ku ji vê bêçarebûna xwecihî xilas bibe.”

Di dewama twîta xwe de Sakik herwiha got ku fikra wî ya şexsî ew e ku HDP ji wan şaredariyên din bi awayekî hevdem vekişe.

Li ser fermana Wezareta Navxwe ya ‎Tirkiyê duh qeyûm bo şaredariyên HDPê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya ‎Hezexê ya Şirnexê û bajarokê Perî yê girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê hatin danîn.‎

Li Herêmên Kurdan ên Tirkiyê piştî hilbjartinên 31ê Adarê û heta niha hejmara şaredariyên ku qeyûm li ser hatine danîn gihiştiye 20şaredariyan ku ji wan 3 şaredariyên bajarên mezin in.

HDPê di hilbijartinên 31ê Adarê de şaredariyên 3 bajarên mezin, 8 bajarên din, 50 navçe û 11 bajarokan wergitibûn.