Senatorê Amerîkî: Serdana Erdogan şermezarî ye
Senatorê Demokrat li Kongrêsa Amerîkayê Chris Van Hollen, serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a bo Amerîkayê bi awayekî tund rexne kir û ew weke ‘şermazarî’ bi nav kir.
Senatorê Demokrat Chris Van Hollen rexneyên tund li biryara Trump a vexwendina Erdogan bo Amerîkayê girtin û serdana Erdogan a bo Amerîkayê weke, ‘şermezarî’ bi nav kir.
Chris Van Hollen li ser hesaba xwe ya Twîtterê derbarê serdana Erdogan a bo Amerîkayê de ragihand, “Êrişî hevalbendên me ên Kurdên Sûriyê kir. Got, ‘ez dixwazim suiqestê li General Mazlûm bikim. Şerê me yê li dijî DAIŞê têk bir. Binpêkirinên mafên mirovan ji dûr ve temaşe kir.”
Wî senatorê Amerîkî herwiha got, “Xelatkirina Erdogan bi serdana bo Koşka Spî ji aliyê Trump ve cihê şermezariyê ye. Hevkarên min ên Komarî çima bêdeng in?”
Serokkomara Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina Serokê Amerîkayê Donal Trump,duh bi balafireke taybet gihişt Amerîkayê û piştî wê bi Trump re li Koşka Sipî civiya û bi eşkera jê re got ku Tirkiye dixwaze bakura Sûriyê bêxe bin destê xwe.