Trump: Tirkiye şirîkê me yê steratejîke
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310261-trump_tirkiye_şirîkê_me_yê_steratejîke
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganli Koşka Spî li Washingtonê civiyan, di vê civînê de Trump Tirkiye wek şirîkê stratejîk ê Amerîkayê da zanîn û Erdogan jî got ku divê bakura Sûriyê bikeve destê Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2019 05:06 Asia/Tehran
  • Trump: Tirkiye şirîkê me yê steratejîke

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganli Koşka Spî li Washingtonê civiyan, di vê civînê de Trump Tirkiye wek şirîkê stratejîk ê Amerîkayê da zanîn û Erdogan jî got ku divê bakura Sûriyê bikeve destê Tirkiyê.

Di civîna Trump û Erdogan a li Koşka Spî li Washingtonê de êrîşa Tirkiyê bo ser bakur û bakura rojhilata Sûriyê, rewşa vê deverê bi giştî û herwiha dawîn pêşhat û rûdanên li herêmê û peywendiyên herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.

Beriya civînê Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, hêzên Amerîkî ji bo parastina petrolê li Sûriyê dimînin.

Piştî hevdîtinê Trump li press konferansekê de ku Erdogan jî tê de beşdar bû Tirkiye wek hevpeymanê Amerîkayê li NATOyê û şirîkê stratejîk ê Amerîkayê da zanîn û got:Waşîngton û Enqere hewl didin ticareta navbera du welatan bigihînin 100 milyard dolaran.

Trump herwiha hêvîdariya xwe diyar kir ku Waşîngton û Enqere  bikarin pirsgirêkên xwe ser peymana kirîna sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-400 û pirsên girêdayî bi firokeyên şer ên Amerîkî F-35 çareser bikin

Erdogan jî li vê press konferansê de diyar kir ku welatê wî amade ye ser peymana kirîna sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-400 bi Kongresa Amerîkayê re muzakire bike û bawere ev pirsgirêk dikare ji riya gotûbêjê safî bibe.

Serokomarê Tirkiyê herwiha got ku Tirkiye dikare sîstema berevaniya patriot a Amerîkayê jî bi bihayeke baş bikire.

Erdogan herwiha êriş û desdirêjiya welatê xwe ser bakura Sûriyê wek gevek li dijî terorîsmê bi nav kir.

Erdogan dawiya meha diyarkiribû ku Trump pêşniyara çêkirina devera ewleh ya bi panatiya 30 Km dabû.

Waşîngton û Enqerê ragihandibûn ku devera ewleh ji bo rizgarkirina xelkê sivîl e, lê belê karzan û agahdarên meselê dibêjin ev devera ji xwe bona rizgarkirina terorîstên wekî DAIŞ û El-Qayidê bû.

Duh li ber Koşka Sipî ya Amerîka xwepêşandan li dijî hatina Serokomarê Tirkiyê Erdogan bo Amerîka tli dar ket.

Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" niha bûye  "Kaniya Xwînê", loma ev êrişa rastî nerizamendiyên cîhanî hat.

Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand ku Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne.