Şêwmendê ewlehiya netewî ya Amerîka: Em dê sizayên giran dijî Tirkiyê bisepînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i310256-Şêwmendê_ewlehiya_netewî_ya_amerîka_em_dê_sizayên_giran_dijî_tirkiyê_bisepînin
Hevçaxî seredana serokkomarê Tirkiyê bo Amerîka Şêwmendê ewlehiya netewî ya vî welatî ragihand: Waşîngton li hemberî cinayetên şerî bê deng namîne û eger Tirkiye rêketinnameya S-400 hilneweşîne, Amerîka dê sizayên tund dijî Enqerê berçav bigre.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 13, 2019 14:17 Asia/Tehran
  • Şêwmendê ewlehiya netewî ya Amerîka: Em dê sizayên giran dijî Tirkiyê bisepînin

Hevçaxî seredana serokkomarê Tirkiyê bo Amerîka Şêwmendê ewlehiya netewî ya vî welatî ragihand: Waşîngton li hemberî cinayetên şerî bê deng namîne û eger Tirkiye rêketinnameya S-400 hilneweşîne, Amerîka dê sizayên tund dijî Enqerê berçav bigre.

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê,  Robert O'Brien li gotûbêja xwe ya tev BBC’ got: "Em ji ber tawanên şêr yên Tirkiyê ser bakûra Sûriyê bê deng namînin û guman heye Tirkiyê tawanên şerî li hemberî xelkê sivîle vê navçê cih anîbin.

Her wiha Robert O'Brien di hevdîtineke xwe de got: "Cihê sîstema S-400 di NATO`yê de tune ye. Cih ji bo kirîna van sîstemên Rûsî ji aliyê Tirkiyê tuneye û vê peyamê dê Trump bi awayekî zelal bigihîne Erdogan dema ku li vir be."

Robert O'Brien got : "Dewleta Tirkiyê dê bi bandora van cezayan hîs bike." û destnîşan kir ku dê Kongre bi praniya endamên her du partiyan cezayên li dijî dewleta Tirk erê bike.

Ji aliyê din ve Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Tirkiye bi bikaranîna çekên qedexekirî dijî xelkê sivîl ê bakûra Sûriyê tawanbar kiriye û hêzên ser bi Tirkiyê dijî xelkê sivîle bakûra Sûriyê tawanên şerî cih tînin û vîdoyên wan jî belav dikin.