Tirkiyê li ser 4 şaredariyên din ên HDPê qeyûm danîn
Hikûmeta Tirkiyê li ser çar şaredariyên din ên Kurdistana vî welatî yên di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, qeyûm danî.
Hikûmeta Tirkiyê li sê parêzgehên Amed, Şirnex û Dêrsim ên Kurdistana Tirkiyê, li ser 4 şaredariyên di destê HDPê de qeyûm danî.
Danîna qeyûman bo ser şaredariyên HDPê berdewam e. Li ser fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm bo şaredariyên HDPê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya Hezexê ya Şirnexê û bajarokê Perî yê girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê hatin danîn.
Hevserokên Şaredariya Yenîşehîrê Belgîn Dîken û Mehmet Devîren ji kar hatin dûrxistin û Qeymeqamê Navçeyê Murat Beşîkçî wek qeyûm li şûna wan hat danîn.
Hevserokên Şaredariya Hezroyê Ahmet Çevîk û Gulîstan Ektî jî ji kar hatin dûrxistin û Qeymeqamê Hezroyê Alî Oner wek qeyûm hat danîn. Li Hezexê jî gelek polîs serê sibehê çûn mala Hevseroka Şaredariyê Songul Erden û agahdarnameya ku ji kar hatiye dûrxistin danê, lê Erden îmze nekir.
Heta niha 3 jê şaredariyên bajarên mezin qeyûm bo ser 16 şaredariyên HDPê hatibû danîn. Bi danîna qeyûmên îro hejmara şaredariyên qeyûm bo wan hatiye danîn gehişte 20an.