Erdoxan çû Amerîkayê
Tesrîn 13, 2019 08:18 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê gihîşte waşîngtonê.
Li gorî rapora Anadulo Newsê, Erdoxan li ser vexwendina Trumpê serokoamrê Amerîkayê roja çarşemiyê gihîşte waşîngtonê û dema gihîştinê bi komeke taciran ra hevdîtin kir.
Berfirehkirina danûstandinên Waşîngton Enqerê, tarifên gumrikê û hewildana jibo zêdekirina danûstandinnê ticarî ji mijarên hevdîtinê bû.
Dijberên Erdoxên ji wan Kemal Kilîçdaroxlû serokê CHP, Meral Akşener serokê partiya Baş ev çûyîn bêdestkeft dane zanîn.
Biryar e Erdoxan îro Çarşemiyê bi Donald Trump ra derbarê çareserkirina nakokiyên navbera du welatan ji wan şerê ticarî biaxive.