Hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309353-hevserokên_şaredariyên_nisêbîn_colemêrg_gever_û_erdîşê_hatin_desteserkirin
Îro li herêmên kurdî li Tirkiyê, hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrgê, Gever û Erdîşê hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2019 13:23 Asia/Tehran
  • Hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê hatin desteserkirin

Îro li herêmên kurdî li Tirkiyê, hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrgê, Gever û Erdîşê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê îro Sêşemê serê sibê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi ser avahiya Şaredariya Nisêbînê de girtin û herdu hevserokên Şaredariya Nisêbînê, Semîre Nêrgiz û Ferhat Kut tevî endamê Encûmena Şaredariya Nisêbînê, Mehmet Emîn Alkan desteser kirin.

Li Colemêrgê jî, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di du operasyonên cuda de hevserokên herdu şaredariyên Colrmêrg û Geverê desteser kirin.

Hêzên Tirkiyê îro serê sibê bi ser mala Hevserokê Şaredariya Colemêrgê, Cîhan Karaman de girtin û ew desteser kirin.

Li Geverê jî, hêzên Tirkiyê hevserokê şaredariya vî bajarî Îrfan Sarî desteser kirin.

Li gor agahiyan, li navçeya Erdîş a Wanê jî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê operasyonek pêk anîn û Hevseroka Şaredariya Erdîşê, Yildiz Çetîn û 3 kesên din desteser kirin.

Sedema girtina hevşaredarên Colemêrg û Geverê heta niha nehatiye zanîn.

Lê belê hatiye ragihandin ku kesên din bi tohmeta propagandaya bo terorê li ser torên civakî û dijatîkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser kurdên Sûriyê hatine desteserkirin.