Ji ber êrişa Tirkiyê, serokomarê Amerîkayê Rewşa Awarte ya Neteweyî li Amerîkayê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309344-ji_ber_êrişa_tirkiyê_serokomarê_amerîkayê_rewşa_awarte_ya_neteweyî_li_amerîkayê_ragihand
Ji ber êrişa dagîrkerî ya Tirkiyê ser bakura Sûriyê û revîna hin endamên DAIŞê ji zîndanên kurdên Sûriyê, serokomarê Amerîkayê "Rewşa Awarte ya Neteweyî" li Amerîkayê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2019 10:04 Asia/Tehran
  • Ji ber êrişa Tirkiyê, serokomarê Amerîkayê Rewşa Awarte ya Neteweyî li Amerîkayê ragihand

Ji ber êrişa dagîrkerî ya Tirkiyê ser bakura Sûriyê û revîna hin endamên DAIŞê ji zîndanên kurdên Sûriyê, serokomarê Amerîkayê "Rewşa Awarte ya Neteweyî" li Amerîkayê ragihand.

Fars Newsê ragihand ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump Ji ber êrişa dagîrkerî ya Tirkiyê ser bakura Sûriyê û revîna hin endamên DAIŞê ji zîndanên kurdên Sûriyê, nameyek ji Kongresa vî welatî nivîsî û tûde diyar kir ku kiryara vê dawiyê ya Dewleta Tirkiyê, pêsparte û wezîfedariya têkbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê lawaz kiriye, lewra ev kiryar tehdîd û metirsiyeke ji bo aşitî, îstiqrar û ewlehiyê li navçê û eva ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya Amerîkayê têxe ber talukê, vêca pêwîst e "Rewşa Awarte ya Neteweyî" li Amerîkayê were ragihandin.

  Trump herwiha ragihand ku daratiya rayedarên tirk ên pêwendîdarê operasiyona li dijî bakura Sûriyê bloke kiriye û got: Ev kesana şirîkê wan  kiryar an siyasetan in ku ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê têxin ber talukê.

Balkêş e ku serokomarê Amerîkayê ti cezayek bi ser serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, ku her tişt di destê wî de ye, nesepandiye.