Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê: Opêrasyon heta bidestxistina armancan dê were domandin
Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê ragihand: Opêrasyona Kanîya Aştîyê li bakura Sûrîyê dê heta bidestxistina armancên me were domandinê. Wezîrê Berevanîya Tirkîyê jî dibêje ku hewildanên wan jibo damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê dê bên domandin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Haber7`ê, Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê Ibrahîm Kalin di bersiva peyama hin welatan a derbarê kutakirina opêrasyona Artêşa wî welatî li bakura Sûrîyê ya qaşo Kanîya Aştîyê de got: "Kesên ku dema wêrankirina Mûsil, Reqqa, Dêrezorê û kuştina bi hezaran mirovî bêdeng dibûn, himberî serketin û destkevtên opêrasyona Kanîya Aştîyê ketine xof û wehşetê şaşupaşo bûne û daxwaza rawestandina opêrasyonan dikin. "
Di dewama daxûyanîya Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê de hatîye: "Jibo ku Tirkîye opêrasyona xwe li bakura Sûrîyê rawestîne, gefa sepandina boykotan ser Enqerê de dixwin lê, em ê heta bidestxistina armancên xwe opêrasyonan bidomînin."
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî derbarê êrişa li ser bakur û rojhilata Sûrîyê de ragihand ku hewldanên wan ên ji bo avakirina navçeya aram li bakur rojhilatê Sûriyê yê bên domandinê.