Erdogan: Emê biryarên xwe li bara Minbicê cih bînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309309-erdogan_emê_biryarên_xwe_li_bara_minbicê_cih_bînin
Serokkomarê Tirkiyê îro Duşemiyê li axiftine diyar kir ku artêşa vî welatî li operasyona qaşo Kaniya Aşitiyê dê derbasî bajarê Minbicê nebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2019 12:32 Asia/Tehran
  • Erdogan: Emê biryarên xwe li bara Minbicê cih bînin

Serokkomarê Tirkiyê îro Duşemiyê li axiftine diyar kir ku artêşa vî welatî li operasyona qaşo Kaniya Aşitiyê dê derbasî bajarê Minbicê nebe.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, Sputnikê bi nûçyeke lezgîn de ragihand ku Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê îro Duşemiyê hin şirove li bara dewama kaniya aşitiyê raber kirine. 

 Erdogan li van gotinan ragihandiye ku li gor hevhatina  ku Tirkiyê bi Emerîkayê re hebûye, ger kurd bajarê Minbicê vala bikin û erb dewsa wan li vî bajarî niştecih bibin, artêşa Tirkiyê li vê operasyona eskerî derbasî nava bajarê Minbicê nabe.

 Serokkomarê Tirkiyê her wiha diyar kir: "Heta îro wer nayê xûyanê ku pirsgiêkek bi siyaseta erênî ya Rûsiyê li Kobanê hebe."

 Duh hatibû raghandin ku artêşa Sûriyê bona girtina pêşiya êrişa Tirkiyê ser bajarê Minbicê derbasî vî bajarî bûye. 

Artêşa Tirkiyê ji roja Çarşemiyê va bi mehneya "Sekinîna li hemberî têrorîsmê" û "Paqijkirina sînorê Sûriye û Tirkiyê" ji hebûna mîlîtanên Kurd ku Enqere wan wek têrorîst bi nav dike, li ser fermana Erdoxanê serokomarê vî welatî, destdirêjiya ser bakurê Sûriyê kiriye.

Ev destdirêjî bi Çiraya Kesk a dewleta Amerîkayê dest pê bû û tûşî şermezarkirina berfireh a navneteweyî bûye.