Mişêwirê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê: PYD bo Tirkiyê ne gefeke rasterast bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309274-mişêwirê_serokwezîrê_berê_yê_tirkiyê_pyd_bo_tirkiyê_ne_gefeke_rasterast_bû
Mişêwirê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê got: PYD bo Tirkiyê gefeke rasterast nebû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2019 12:06 Asia/Tehran
  • Mişêwirê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê: PYD bo Tirkiyê ne gefeke rasterast bû

Mişêwirê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê got: PYD bo Tirkiyê gefeke rasterast nebû.

Mişêwirê Ehmed Davûdoglu Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Etom Mehcûbiyan, li axiftinekê bal kişand ser operasyona Artêşa Tiirkîyê û têrorîstên ser bi wê dijî bakur û rojhilata Sûrîyê û diyar kir: Gotina vê yekê ku Partiya Yekitiya Demokratîka Sûriyê ( PYD) li dijî Tirkiyê gefeke cidî ye, hêsan nîne. 

Wî herwiha got: Ger li Tirkiyê meseleke bi navê mesela kurdan tineba, yanê ger em bêjin li Tirkiyê kurd nejiyabana, me behsa gefeke bi vî rengî nedikir, loma em dikarin rehet pêbihesin ku mesele zêde ji viya ku mesela PYD be, mesela Kurdan li Tirkiyê ye. 

Mehûbiyan li gotûbêja bi Independentê re li bara avakirina  partiya nû ya siyasî li Tirkiyê ji aliyê Ehmed Davûdoglu û Elî Babacan ve destnîşan kir: EV du kesayetiyên siyasî çi bi hev re bin û çi jî cudayî hev partiyê ava bikin, nêzîkî sedî 15 dengan hene. Sedî 10 ji vê sedî 15 dê ji AKP were. Ev sedî 15 gelo dê çawa were parvekirin, piştî hatina wan bo meydana siyasetê  dê kivş bibe.