Rexneya Konseya Ewrûpayê ji gefa Tirkiyê li bara koçberan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309208-rexneya_konseya_ewrûpayê_ji_gefa_tirkiyê_li_bara_koçberan
Serokê Konseya Ewrûpayê gefên serokkomarê Tirkiyê li bara koçberan rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 11, 2019 12:57 Asia/Tehran
  •  Rexneya Konseya Ewrûpayê ji gefa Tirkiyê li bara koçberan

Serokê Konseya Ewrûpayê gefên serokkomarê Tirkiyê li bara koçberan rexne kir.

 Li gorî rapora Reutersê,Donald Tosk, serokê konseya Ewrûpayê roja îniyê gefên Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê derheq birêkirina awareyên sûrî ber bi sînorên Ewrûpî rexne kir û ew wek helwêsteke bê cî da zanîn. 

 Erdogan roja pêncşemê weke berteka li hember rexneyên berfireh ên rayedarên ewrûpî ji operasyona eskerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê rexne kir û gef xwar: Ger ew rexne bidomin,Tirkiye dê sînorên xwe veke û îzna çûyîna 3 milyon û 600 hezar awreyên sûrî ji Tirkiyê ber bi Ewrûpayê bide. 

Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê sala 2018`an hevhatinek wajo kirin ku li gor wê Enqere berdêla wergirtina alîkariyên aborî ji YE, mazûvaniya awareyêns sûrî bike û nehêle ew ber bi Ewrûpayê va herin. 

 Erdogan, bi caran Ewrûpa bi pêbendnebûna bi vê hevtainê tawanbar kiriye. 

 Piştî lihevkirina  Waşengton û Enqerê bo avakirina navça ewleh li bakurê Sûriyê, dewleta Emerîkayê ku piştgiriya kurdên Sûriyê dikir, roja duşemê li daxûyaniyekê li bara vekişyana eskerên emerîkî ji hin meqerên eskerî  li sînorê bakurê Sûriyê bi sînorê Tirkiyê aghaî da.

Recbe Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê jî tevî hebûna dijberiyên navneteweyî, roja şemiyê  li bara destpêbûna operasyona eskerî li bakurê Sûriyê li dijî kurdên vî welatî ku wan terorîst bi nav dike, agahî da û sîlah û  wesayîtênleşkerî yên nû şandin ser sînorên hevpar ên xwe bi Sûriyê re. Kurdên Sûriyê jî bona rawestana li ber êrişa muhtemel a Tirkiyê,hêz û kelûmelên eskerî şandin bakurê vî welatî.