Parlamenterê Danîmarkî: Wê Erdogan derî ji DAIŞ’ê re veke
Çirî 11, 2019 12:19 Asia/Tehran
Parlamenterê Danîmarkî yê Yekîtiya Ewropayê Nîkolaj Vîllûmsen xwest, dewleta Tirkiyê ya ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê êrîşî Kurdan dike ji nava NATO'yê bê derxistin.
Endamê Lîsteya Yekîtiyê (Enhetslîstan) û Parlamenterê Ewropayê Vîllûmsen ji medya Danîmarkayê re der barê dagirkeriya dewleta Tirkiyê axivî û diyar kir, Erdogan wê deriyê Ewropayê û Rojhilata Navîn li ser DAÎŞ'iyan veke û encamên wê jî dê giran be.
Vîllûmsen diyar kir ya ku Erdogan li hevalbendê wan Kurdan dike wê bibe sedem ku bi sed hezaran mirov herêmê biterikînin û got, "Ew deriyê Rojhilata Navîn û Ewropayê li ser Koma terorîst a DAIŞê vedike. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Vîllûmsen xwest, Tirkiye ji nava NATO'yê bê derxistin.