Çavûşoglu: Em ê heya 30 Kîlometriya nav axa Sûriyê herin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309188-Çavûşoglu_em_ê_heya_30_kîlometriya_nav_axa_sûriyê_herin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu desnîşan kir ku hedefa me eva ye ku hêzên me heya 30 Kîlometriya nav axa Sûriyê herin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 11, 2019 05:59 Asia/Tehran
  • Çavûşoglu: Em ê heya 30 Kîlometriya nav axa Sûriyê herin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu desnîşan kir ku hedefa me eva ye ku hêzên me heya 30 Kîlometriya nav axa Sûriyê herin.

Li gor Fars Newsê, Mewlûd Çavûşoglu  duh îdia kir ku hêzên artêşa tirk ji bo şerê li dijî terorîstan wê heya 30 kîlometriya nav axa Sûriyê pêş ve herin .

Çavûşoglu got ku hedefa yekem a operasiyona wan ya qaşo Kaniya Aştiyê paqijkirina deverekê bi dirêjiya 120 Km û panatiya 30 Km-an e.

Dewleta Tirkiyê ji roja Çarşemiyê ve bi mihaneya şerê li dijî terorî êrîşeke dagîrkeriyê li dijî kurdên Sûriyê li bakur û rojhilata vî welatî dest pê kiriye û duh di duyemîn roja êrîşê de, gelek bajar û gundên herêmê hatin bombebarankirin û topbarankirin. Ev êrişa Dewleta Tirkiyê bi îzna Amerîkayê ku xwe hevpeymana kurdan dida zanîn pêk hatiye û Amerîkayê li Konseya ewlehiyê ya NY heta pêşiya şermezarkirina Tirkiyê jî girt.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan  ku van salana dijminatiya eşkera a kurdan dike, piştî xiyaneta serokomarê Amerîkayê Donald Trump li kurdên Sûriyê,  bi mihaneya şerê li dijî terorê çarşemê fermana dagîrkirina axa Sûriyê û şerê li dijî kurdên vî welatî da. 

Mesela balkêş eva ye ku wî navê vê desdirêşî û qirkirina xelkkê sivîl daniye  "Kaniya Aştiyê".