Berdewamiya şerên giran di navbera HSDê û Artêşa Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309175-berdewamiya_şerên_giran_di_navbera_hsdê_û_artêşa_tirkiyê
li derdora bajarê Serê Kaniyê yê bakura Sûriyê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam dike û HSDê ragihand ku kariye 9 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê bikuje.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2019 13:24 Asia/Tehran
  • Berdewamiya şerên giran di navbera HSDê û Artêşa Tirkiyê

li derdora bajarê Serê Kaniyê yê bakura Sûriyê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam dike û HSDê ragihand ku kariye 9 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê bikuje.

Çavkaniyên nûçeyan li Serêkaniyê ragihand artêşa Tirkiyê li Serêkaniyê hewl daye bipêş bikeve û di navbera wan û şervanên HSDê da pevçûnên giran derketin û HSDê 4 tank û balafireke bêfirokevan a Tirkiyê têkşikandiye.

Ji  ber wê berxwedana HSDê  zerbeyeke  giran li artêşa Tirkiyê ket û ew neçar ma paşde vekişe û heta niha nayê zanîn çend leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û birîndar bûne.

Herwiha heta niha Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî derbarê amarên şer da ti zanyarî belav nekirine.

Berî vê yekê jî berpirsekî HSDê ragihandibû, şervanên HSDê nêzîkî 15 endamên şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê li Serê Kaniyê girtin, ku hewl didan aloziyê li nava bajêr derbixin.

Wî berpirsî dabû zanîn ku 5 çekdar jî dema hewl didan ji aliyê Tirkiyê ve derbasî nava Serê Kaniyê bibin, ji aliyê şervanên HSDê ve hatin kuştin.

Wî karbidestê HSDê diyar kir ku artêşa Tirkiyê derdora gundên Serê Kaniyê hewl dide derbasî bajar bibe, lê HSDê rê li ber wan girt û niha şer û pevçûn berdewam dike.

Herwiha hatiye ragihandin ku Firokeyên şer yên Tirkiyê li esmanê Serê Kaniyê difirin û derdora wê û gundên wê  bombebaran dikin.

Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê jî îdia kiriye ku artêşa Tirkiyê kariye li bakurê Sûriyê çend xalan û armancan bidest bixe û kontrol bike.

Lê hîn HSDê ti zanyariyek ser vê îdiayê nedaye.

Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn, êrîşa Tirkiyê ya esmanî û bejayî ji saet 2:00 berbangî ve hatine rawestandin û niha aramiyek li derdora Kobanî û Girê Sipî heye.

Îro nîvro li bajarê Girê Sipî, firokeyên Tirkiyê gundewarê rojavayê Girê Sipî bombebaran dike. Tev wê jî hejmareke mezin ji xelkê Kobanî bo piştevaniya xelkê Girê Sipî bi otombîlan berên xwe dan wê bajarokî.

Firokeyên Tirkiyê binkeyên HSDê li Lîwaya 93 a li bajarokê Eyn Îsayê jî bombebaran dike.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, ji duhî 181 xal ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê hatine armanckirin.

HSDê jî aşkere kir, di yekem roja êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gund û bajarên kurdên Sûriyê de, 5 welatiyên sivîl û 3 şervanên HSDê hatine kuştin.