Wezîrê Derve yê Brîtanya ji êrişa Tirkiyê gelekî nîgeran e
Wezîrê derve yê Brîtanya cardin nîgeraniya xwe li hember êrişa Tirkiyê li ser bakura Sûriyê û rojhilata Firatê nîşan da û ev êriş sedema bê ewlehî û bê îstiqrariyê li navçê da zanîn.
Wezîrê derve yê Brîtanyayê Dominic Raab nîgeraniya xwe li hember êrişa Tirkiyê li ser herêmên kurdî li bakura Sûriyê û rojhilata Firatê nîşan da û desnîşan kir ku ev êriş û desdirêjî ser axa Sûriyê dibe sedema bê ewlehî û bê îstiqrarî li navçê.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê li ser êrişa û operasyona Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew ji ber wê operasyona Tirkiyê, ku bi serê xwe daye destpêkirin, gelekî nîgeran e.
Dominic Raab her wiha gotiye, ew êrişa Tirkiyê dibe sebeba aloztirbûna deverê û malwêraniya xelkê wir, her wiha şerê li dijî DAIŞê lawaz dike.
Seroê Partiya Karker a Brîtanyayê Jeremy Corbyn jî êrişa Tirkiyê ser kurdên Sûriyê li bakur û rojhilata Sûriyê sebeba çêbûna fukarên zav ji cîhanê re da zanîn û got: şer û pevçûn li vê deverê divê werin rawestandin û zêde nebin.
Sekereterê Giştî yê NATOyê Jens(Yêns) Stoltenberg jî ji Tirkiyê xwest ku bi êrişa ser bakura Sûriyê deverê aloz û bê ewleh neke.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku van salana dijminatiya eşkera a kurdan dike, piştî xiyaneta serokomarê Amerîkayê Donald Trump li kurdên Sûriyê, bi mihaneya şerê li dijî terorê çarşemê fermana dagîrkirina axa Sûriyê û şerê li dijî kurdên vî welatî da.
Mesela balkêş eva ye ku wî navê vê desdirêşî û qirkirina xelkkê sivîl daniye "Kaniya Aştiyê".