Senatoya Amerîkayê li dijî Erdogan û çend wezîrên wî pêşnûmayek amade kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309159-senatoya_amerîkayê_li_dijî_erdogan_û_çend_wezîrên_wî_pêşnûmayek_amade_kir
Hejmarek endamên Kongresa Amerîkayê ji ber êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên kurdî li bakur û rojavayê Sûriyê pêşnûmayek ferzkirina sizayan li djiî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û çend wezîrên wî welatî amade kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2019 09:23 Asia/Tehran
  • Senatoya Amerîkayê li dijî Erdogan û çend wezîrên  wî pêşnûmayek amade kir

Hejmarek endamên Kongresa Amerîkayê ji ber êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên kurdî li bakur û rojavayê Sûriyê pêşnûmayek ferzkirina sizayan li djiî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û çend wezîrên wî welatî amade kirin.

Endamên partiyên Cemhûrî û Demokartîk ên di Kongresa Amerîkayê de ji ber êrîşên li ser rojhilatê Firatê pêşnûmayek li djiî Erdogan û wezîrên wî amade kirin ku çend sizayan curbicur lixwe digire.

Endamên Kongresa Amerîkayê Lindsey Graham û Chris Van Hollen pêşnûmaya ku li ser navê endamên herdu partiyan Komarî û Demokratîk ên Amerîkayê amade kirine li ser medyaya civakî belav kirin.

Ev pêşnûmay hate amadekirin, cemidandina(blûkekirina) pereyên Erdogan û wezîrên berevaniyê, derve, aborî û û wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê û herwiha rêgirtina li ber çûna wan a Amerîkayê li xwe digire.

Di pêşnûmayê de tê xwestin ku alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê ji Tirkiyê re bê rawestan û ceza li hemû aliyên ku parçeyên leşkerî, madî, manewî, teknîkî yan jî pere didin an difroşin Tirkiyê ferz dike.

Senatorê Komariyan Lindsey Graham herwiha bi rêya twîtekê hişyarî da Tirkiyê ku divê bi lez êrişên xwe li  bakurê Sûriyê û rojhilata Firatê rawestîne.

Graham dibêje, di nava Kongrêsa Amerîka de jî yekdengiyek li dijî wê operasyonê heye û divê Tirkiye jî wê yekdengiyê weke xeteke sor bibîne û wê xeta sor derbas neke.

Senatorê Amerîka got, eger Tirkiye dixwaze wê peywendiya zirav ligel Amerîka qut bike, wê demê bila axa Sûriyê dagir bike.