Artêşa Tirkiyê ji erdê dagîrkirina axa Sûriyê despê kir
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiy ragihand ku hêzên bejahî yên vî welatî dest bi operasyonê û derbasbûna nav axa Sûriyê kir.
Li gor Fars Newsê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir wan şeva borî ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê li bakura vî welatî dest bi operasyona bejayî kirine.
Duho roja çarşembe Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan fermana operasyonê da bû hêzên Tirkiyê da ku dest bi operasyonê bikin û bakura Sûriyê dagîr bikin. Herwiha firokeyên şêr ên Tirkiyê di saet 16:00an da dest bi bordûmankirina binke û baregehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û deverên sivîl li bakura Sûriyê kiribûn,
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê vê sibeyê diyar kir ku wan 181 navendên hêzên kurd ên sûrî li bakura Sûriyê kirine hedef. Lê belê hîn ti agahiyek li bara xisar û kuştî û birîndarên ji ber van desdirêjiyan negihêştiye dest.
Erdogan serokomarê tirk ku van salana dijminatiya eşkera a kurdan dike, bi mihaneya şerê li dijî terorê çarşemê fermana dagîrkirina axa Sûriyê da.
Alîkarê serokomarê Tirkiyê, Fuad Oktay jî piştî despêbûna êrişa fermî ya Tirkiyê ser bakura Sûriyê ku xwedêbergiravîn navê "Kaniya Aştiyê" lê kiriye, Tirkiye hewl dide aştiyê vegerîne Sûriyê.