Trump ji gefên Erdogan tirsiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309090-trump_ji_gefên_erdogan_tirsiya
Govara Newsweekê ji zarê karbidestekî amerîkî ragihand: Trump serokkomarê Amerîka bêyî tu berxwedanek li hemberî Erdogan, paşvekişya û xwestekên wî li bara Sûriyê qebûl kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2019 13:17 Asia/Tehran
  • Trump ji gefên Erdogan tirsiya

Govara Newsweekê ji zarê karbidestekî amerîkî ragihand: Trump serokkomarê Amerîka bêyî tu berxwedanek li hemberî Erdogan, paşvekişya û xwestekên wî li bara Sûriyê qebûl kirin.

Govara Newsweekê îro sêşemê li gotarekê da bal kişande ser gotûbêja di navbera serokomarê Amerîka û Tirkiyê û paşdakişyana hêzên Amerîka ji nav axa Sûriyê ji zarê karbidestekî amerîkî ragihand: Trump serokkomarê Amerîka bêyî tu berxwedanek li hemberî Erdogan, paşvekişya û hema bi rehetî xwestekên wî li bara Sûriyê qebûl kirin.

Li dewama vê gotara Newsweekê ji zarê karbidestekî Konseya Ewlehiya Netewî ya Amerîka hatiye ku bê şik li gotûbêjên di navbera Trump û Erdogan kesê ku rastî işkestê hatiye Trump bûye û dixwaze wisa bide diyarkirin ku Amerîka her çiya ku li nav Sûriyê dixwestiye aniye dest, lê rastî evaye Amerîka tu desthatek li nav Sûriyê neaniye dest.

Koşka Sipî piştî gotûbêja telefûnî ya roja duşemê di navbera Erdogan û Trump li daxûyaniyekê ragihand: Niha ku Tirkiyê biryara destpêkirina operasiyona eskerî li bakûra Sûriyê ku di bin kuntrola kurdên vî welatî da ye , daye, Amerîka hêzên xwe ji vê navçê dertêxîne.