Hevserokê HDP'ê: Armancên Tirkiyê li Efrînê xuya ne
Sezai Temelli, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) di axaftinekê da tevî nîşandana berteka xwe li hemberî gotinên rayedarên hikûmeta Tirkiyê derbarê êrîşa ser rojhilata çemê Firatê, got: Me nêt û armancên we li Efrînê fehm kirine.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP), Sêzayî Temelî her wiha got: "Heke we dil tuneye ku erdên Sûriyê dagir bikin, vêca ev hemî amadekarî jibo çi ne? Me nêt û armancên we li Erînê fehm kirine. Sedema vê cengê tenê yek tişt e û ew jî zêdekirina emrê desthilata siyasî ye. Em dixwazin ku ev kiryara şerxwaziyê û operasiyona dagirkerane bê rawestandin; Tiştê ku civaka navneteweyî qet wê napejirîne."
Li gorî nivîsîna rojnameya Duvarê, Hevserokê HDP'ê her wiha got: "We li Efrînê jî nêt û armanca dagirkeriyê tunebû, lê we li wir walî daniye û zankoyê didimezirînin. Niha jî hûn heman siyaset û projeyê li bakur û bakurê rojhilata Sûriyê dişopînin."
Hevserokê HDP'ê tevî amajeya bi pêşniyarqanûna operasiyona dervesînorî li Parlimanê, got: "Ev pêşnuma ezmûneke rastbêjiyê ye. Gelo hûn alîgirê dmokrasiyê ne, an pişta şêrr digirin? Hûn aştiyê dixwazin an talûke û kambaxiyê? Ev 20 sal in ku ev pêşniyarqanûn tê parlimanê. Piştî 20 salan vê pêşnumayê welat gihandiye kî derê?"