Amerîkayê Tirkiye ji Navenda Operasiyona Esmanî li Sûriyê avête der
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309086-amerîkayê_tirkiye_ji_navenda_operasiyona_esmanî_li_sûriyê_avête_der
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Tirkiye ji navenda nasyar bi Navenda Operasiyona Esmanî li Sûriyê avête der.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2019 12:20 Asia/Tehran
  • Amerîkayê Tirkiye ji Navenda Operasiyona Esmanî li Sûriyê avête der

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Tirkiye ji navenda nasyar bi Navenda Operasiyona Esmanî li Sûriyê avête der.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku Tirkiye ji Navenda Operasiyona Esmanî li Sûriyê hatiye derxistin û zanyariyên çavdêrî û naskirinê ji niha û pêve dê digel Tirkiyê neyên parvekirin.

Pêntagonê her wiha ragihand ku dê pişta Tirkiyê ji êrîşa ser bakurê Sûriyê negire.

Koşka Sipî jî ragihandiye ku Amerîka wê beşdarî êrîşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê nebe û dê pişta wê negire.

Çavkaniyên nûçeyan qala amadetiya artêşa Tirkiyê jibo êrîşa ser bakurê Sûriyê dikin û radigihînin ku artêşa Tirkiyê çek û erebeyên xwe yên şêrr birine ser sînorê Sûriyê.

Hin çavkaniyên nûçeyan jî îdia kirine ku firokeyên cengê yên Tirkiyê êrîşî ser derbasgeha sînorî ya Sêmalkayê li parêzgeha Hesekeyê û navbera Sûriye û Iraqê kirine.