Hillary Clinton: Trump xiyanetek kirêt li kurdan kir
Wezîra berê ya derve ya Amerîka, Hillary Clinton dibêje, serokê Amerîka Donald Trump bi vekişandina hêzên Amerîkî ji bakura Sûriyê, xiyanet li kurdan kir ku hevalbendên sadiq ên Amerîkayê ne.
Nerazîbûn li dijî fermana serokomarê Amerîka Donald Trump ya vekişandina hêzên Amerîkî ji bakura Sûriyê û rojhilata Firatê û vêxistina çira kesk bo êrişa Tirkiyê didomin.
Wezîra berê ya derve ya Amerîka û namzeda berê ya serokomartiya Amerîkayê, Hillary Clinton jî li ser twîttera xwe bi tundî li dijî wê fermana Trump nerazîbûn nîşan daye.
Hillary Clinton gotiye:“Bila em rûrast bin. Serokomar (Trump) li şûna ku xwe bide aliyê hevpeymanên me yên sadiq û berjewendiyên Amerîkayê, xwe daye kêleka serokên dîktator û otorîter yên Tirkiye û Rûsyayê. Ev fermana wî ya kirêt, him xiyanet li sûnda wî ye him jî xiyanet li kurdan e.