Daxûyaniya HDP bereberê êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309067-daxûyaniya_hdp_bereberê_êrişa_eskerî_ya_artêşa_tirkiyê_ser_rojhilata_firatê
Konseya navenda ya partiya Demokratîke gelan( HDP) li daxûyaniyekê bal kişand ser derketina hêzên artêşa Emerîkayê ji Serêkanî û Girêspiyê û hitmala êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser van navçana û nivîsî: Tirkiye diçe ku bikeve nav bîreke kûr.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2019 17:41 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya HDP bereberê êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê

Konseya navenda ya partiya Demokratîke gelan( HDP) li daxûyaniyekê bal kişand ser derketina hêzên artêşa Emerîkayê ji Serêkanî û Girêspiyê û hitmala êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser van navçana û nivîsî: Tirkiye diçe ku bikeve nav bîreke kûr.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, konseya navendî ya  partiya Demokratîka Gelan( HDP) li daxûyaniyekê bal kişand  ser derketina hêzên artêşa Emerîkayê ji serêkanî û Girêspiyê û hitmala  êrişa eskerî ya  artêşa Tirkiyê ser van navçana bal kişand  ser vê yekê ku  Tirkiye diçe ku bikeve nav bîreke kûr ku binê wê diyar nîne û diyar kir: Pêkanîna pêvajoyeke demokratîk û muzakira ku hemî aliyên sûrî bigre ber xwe bo kutakirina qeyrana navxweyî ya  Sûriyê pêwîst e.

 Gefa herî mezin a vê pêvajoyê jî mudaxila eskerî ye. Loma plana  êrişa eskerî ya hevalbendiya  partiya Dad û Geşepêdanê( AKP), partiya Tevgera Neteweyî( MHP) ser rojhilata  Firatê kiryareke pir şaş û bi talûke ye.

 Di dewama vê daxûyaniyê hatiye: Ev kiryara, hewldana  bo avakirina Rejîma  demokratîk bo parastina yekperçetiya erdê vî welatî nîne.

 Ev kiryara opersyona li erdên Sûriyê û hewldana  bo guherîna nijyara demografîk a vî welatî ye, bi xwe mudaxila eskerî û armancên mudaxileyeke bi vî rengî, binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ye.

 Gelê bakur û rojhilata  Sûriyê ku bona rawestana li ber DAIŞ`ê bi dehan hezar gorrî dane cardinê bereberê alozî û gefê de ne.

 Ne tenê kurd belkî xelkê ereb, tirkmen, soryanî, êzdî, ... ku li navçê dijîn li ber gefê ne. Sûç û guherîna  nijyara demografîk ên hêzên ser bi Erdogan li Efrînê û Şehbayê tam zelal e. Niha jî hew didin vê siyasetê li hemî navça bakurê Sûriyê cih bînin.  Dewsa kemberê erebî ku li sala 1970`an zayînî pêk hatibû, niha jî hevalbendiya AKP-MHP hewl dide kemberê selefîşop-cîhadî li navçê ye.